Pîranşar; Binçavkirina Selah Osmanî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

19:52 - 16 Kanûna Paşîn 2024

Sibeha roja Sêşemî 26ê Befranbarê, welatiyekî Kurd bi navê “Selah Osmanî” xelkê gundê “Xirape” û rûniştiyê bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyê ku ji Kurdpayê re ragihandiye, demjimêr 01:30ê sibeha roja Sêşemî, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê bi ser mala vî welatiyê han de girtin û ew binçav kirin. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Hêzên ewlehiyê piştî lêgerîna mala Osmanî dest danîn ser mobaya wî û bi xwe re birin. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derhe sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Selah Osmanî de ti agahî nehatine bidestxistin. 
 
Di sala 1400’an de, ev welatiyê han ji tohmeta “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê” re, li dadgeha Şoreş a Pîranşarê de hatibû berdan. 
 
Roja Duşemî 1ê Xermanana 1400an Rojî, ev welatiyê Kurd bi danîna barimteyê heta dawîhatina dozê, bi awayekî demkî ji girtîgeha Nexedê hatibû azadkirin. 

Osmanî, roja Sşemî 26ê Gelawêja 1400an Rojî, bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja Pêncşemiyê 28ê Gelawêja heman salê, ji yek ji navendên ewlehiyê yên bajarê Nexedê bo girtîgeha vî bajarî hatibû veguhastin.