Binçavkirina welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê li Nexedê

01:45 - 4 Kanûna Paşîn 2024

Roja Duşemî 11’ê Befranbarê welatiyekî Kurd bi navê “Mihemed Coxor naskirî bi (Emînîfer)” xelkê gundê “Elî Abad” a ser bi bajarê Nexedê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê avêtine ser mala vî welatiyê han û piştî bêhurmetî li endamên malbata wî navbirî binçavkirin. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev welatiyê Kurd ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê li Urmiyê hatiye veguhatin. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Heta niha bidûreçûna malbata vî welatî ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam bûye. 
 
Heya niha bi belavkirina vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd tine.