Adil Pîrûzî bi danîna barimteyê hat berdan

23:42 - 15 Kanûna Paşîn 2024

Roja Duşemî 25’ê Befranbarê, Adil Pîrîzî girtiyê siyasî yê berê yê xelkê gundê “Serdoş”a Merîwanê, piştî danîna barimteya 300 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha vî bajarî hat azadkirin. 
 
Ev girtiyê siyasî di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bê par bûye. 
 
Roja Duşemî 29ê Xezelwerê Adil Pîrûzî piştî ku bo Îdareya Îtlaata Merîwanê hatibû gazîkirin, hatibû binçavkirin û bi dirêjkirina biryara binçavkirina demkî ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtlaata Sine hatibû veguhastin. 
 
Heya niha li derheq sebeba binçavkirina Pîrozî û tometbarkirina wî de, ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin. 
 
Roja Çarşemî 06.01.1399`an a Rojî, ev girtiyê siyasî yê berê bi sebeb belavbûna kirîza Koronayê ji girtîgeha Merîwanê hatibû azadkirin. 
 
Adil Pîrûzî di Xezelwera sala 1997’an Rojî de bi tohmeta “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re” hatibû binçavkirin û piştî du mehan ji binçavkirinê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hat berdan. 
 
Ev ciwanê Kurd bi heman tohmetê ji aliyê dezgeha dadwerî ya hikûmeta Îranê ve bi 2 sal heps hatibû cezakirin û ji bo cîbicîkirina wî cezayî demsala zivistana sala 1398’an a Rojî bo girtîgeha Merîwanê hatibû veguhastin.