Bokan; Reûf Şêx Meirûfî, Kamran Sultanî û Mihemed Ferecî bi "fisad fileriz" hatin tohmetbarkirin û bêyî hebûna mafê parêzer gefa cezayê îdamê ji van hat xwarin

08:18 - 15 Kanûna Paşîn 2024

Reûf Şêx Meirûfî, Kamran Sultanî û Mihemed Ferecî 3 welatiyên xelkê Bokanê ku di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn binçavkirin, bi tohmeta “fisad fileriz” bêyî ku hebûna parêzer, hatin tohmetbaarkirin. 
 
Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpayê re ragihandiye, di heyama 10 mehên binçavkirina demkî de, ev girtî bi tohmeta “fisad fileriz ” hatin cezakirin û gefa îdamkirin li wan hatiye xwarin. 
 
Vê çavkaniya agehdar got jî; Hikûmetê parêzerek ji bo van her sê girtiyan destnîşan kiriye, lê heta niha ne ew û ne jî malbatên wan nizanin ev parêzer kiye û eger malbat ji roja dadgeha wan were agahdarkirin, dê malbat karibin parêzerê xwe bibînin. 
 
Çavkaniyek agehdar a Kurdpayê da zanîn, dezgehên ewlekarî û dadwerî li dijî berdana demkî ya van sê girtiyan derketine û red kirine ku destûra ewlehiyê derbixin. 
 
Ev 3 welatiyên han piştî binçavkirinê bo girtîgeha Îdareya Îtilaata Urmiyê hatibûn veguhastin û hêzên ewlehiyê bi armanca îtirafên bi zorê û qebûlkirina tohmetên wek “beşdarî di kuştina yek ji hêzên ewlehiyê" li Bokanê givaş xistine ser van. 
 
Reûf Şêx Meirûfî di 5ê Befranbara sala 1401an, Mihemed Ferecî li 3ê Reşemey sala 1401an û Kamran Sultanî li 8ê Reşemeya 1401an ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî nîşandana belgeya dadgehê, hatin e binçavkirin. 
 
Roja 20’ê Cozerdana 1402’an, ev sê girtî ji girtîgeha Îtilaata Urmiyê bo girtîgeha Bokanê hatine veguhestin û niha li vê girtîgehê de ne. 
 
Wêne ji rastê ber bi çepê: Reûf Şêx Meirûfî, Kamran Sultanî û Mihemed Ferecî