Li Girtîgeha Navendî ya Kerecê 2 girtiyên xelkê Herisînê hatin îdamkirin
00:25 - 15 Kanûna Paşîn 2024
Sibeha roja Yekşemî 24`ê Befranbarê, du girtiyên bi navên “Hadî Nezerî û Seyîd Hocet Mîrî” xelkê bajarê Herisîn a ser bi parêzgeha Kirmaşanê, li girtîgeha navendî ya Kerecê hatin îdamkirin.
Ev her du girtî beriya niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibûn binçavkirin û ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê ji wan re hatibû birîn.
Heta niha nûçeya îdamkirina van her du girtiyan ji aliyê rayedarên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.