Bokan; Welatiyek piştî ku gazî îdareya îtla`atê hat kirin hat binçavkirin

19:32 - 14 Kanûna Paşîn 2024

Roja Pêncşemî 21’ê Befranbarê, welatiyê bi navê Nasir Mihemedî û xelkê bajarê Bokanê piştî ku bo Îdareya Îtilaata vî bajarî hatibû gazîkirin, hate binçavkirin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, piştî binçavkirina vî welatiyê temen 38 salî, ti agahî li derheq çarenivîsa wî tine. 
 
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Heta niha şopandina malbata vî welatiyê kurd ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam bûye. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti agahî li derheq sebeba gazîkirin û binçavkirina Nasir Mihemedî de tine.