Li sînorê Newsûdê bi sebeba teqeya hêzên leşkerî yên dewletê kolberek birîndar bû

06:44 - 14 Kanûna Paşîn 2024

Êvariya roja Çarşemî 20ê Befranbarê, kolberê bi navê “Nebî Veysî” xelkê Ciwanroyê di encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê yên li ser sînorê Newsûdê birîndar bibû. 
 
Hêzên leşkerî yên dewletê bêyî hişyariya berê rasterast gule li kolberê 27 salî reşandin. 
 
Ev kolber ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê hatiye veguhastin û di bin çavdêriya taybet a pizîşkî de ye. 
 
Nebî Veysî zewicî ye û zarokek wî heye.