Osman Dadwend ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha Nexedê hat veguhastin

06:43 - 14 Kanûna Paşîn 2024

Roja şemî 23’ê Befranbarê, welatiyê Kurd ê bi navê Osman Dadiwend ê temen 45 salî, kurê Rehîm, xelkê gundê Badîn Ava ya ser bi bajarê Pîranşarê, piştî ku bo taya yekem a dozgeriya giştî û şoreşa Pîranşarê hatibû gazîkirin, bo girtîgeha Nexedê hate veguhastin.  
 
Ev welatiyê han pêştir bi tohmeta “endamtî di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê” de, ji aliyê taya 102 a dadgeha cezayan a Pîranşarê bi serokatiya dadwer “Riza Qehremanî  Sa`etlû” bi 3ê sal heps hatibû cezakirin. 
 
Osman Dadwend di meha Coerdana sala 1401’an de bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û piştî bidawîhatina piroseya lêpirsînê, bi danîna barimteya 1 milyar Tûmenî, bi awayekî demkî hatibû berdan.