Li girtîgeha Çobînder a Qezwînê girtiyê 55 salî yê Urmiyê hat îdamkirin

23:33 - 11 Kanûna Paşîn 2024

Sibeha roja Pêncşemî 21 Rêbendan, hukmê îdamê yê girtiyê Kurd bi navê “Filît Ebdî” temen 55 salî, kurê Esed, xelkê gundê “Braspî” a ser bi navçeya Soma ya Urmiyê, li girtîgeha Çobînder a bajarê Qezvînê hat îdamkirin. 
 
Li gor çavkaniyek ku ji Kurdpayê re ragihandiye, ev girtiyê han 3 salan berê bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.