Girtiyek li girtîgeha Kirmaşanê hat îdamkirin

23:30 - 11 Kanûna Paşîn 2024

Serê sibê roja Pêncşemî 21`ê Befranbarê, girtiyê bi navê “Mêysem Hebîbî” kurê Mihemed Abîd xelkê Nodşeya ser bi bajarê Paweyê, li girtîgeha navendî ya bajarê Kirmaşanê hat îdamkirin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, ev girtiyê temen 37 salî, 7 salan beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin. 
 
Vê çavkaniya agehdar zêde kir: Cezayê îdamê yê vî girtiyê piştî razî nebûna dê û bavê qurbanî hat cîbicîkirin. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.