Kolberekî xelkê Selmasê li ser sînorê Bane bi sebeba teqeya hêzên leşkerî yên dewletê hat kuştin

21:12 - 10 Kanûna Paşîn 2024

Sibeha roja Sêşemî 19`ê Befranbarê, kolberê bi navê “Soreş Xeregoşî” temen 33 salî, xelkê gundê “Zêweçîk” ya ser bi bajarê Selmasê, li sînorê bajarê Bane, bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê hat kuştin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, hêzên leşkerî yên hikûmetê bê hişyarî û ji nêzîk ve gule berdane vî kolberî. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev kolber piştî lêketina du gulleyan li sîngê jiyana wî, canê xwe ji dest daye. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Heta niha termê vî kolberî radestî malbata wî nehatiye kirin. 
 
Soreş Xergoşî zewicî ye û zarokek wî 6 salî ye.