Urmiye; Seyad Derwîşî piştî nêzî du mehan ji binçavkirinê bi danîna barimteya Yek milyar Tûmenîbi awayê demkî hat berdan

22:48 - 2 Kanûna Paşîn 2024

Roja Yekşemî 10ê Befranbarê, Seyad Derwêşî birayê Fercad Derwîşî, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li Urmiyê, piştî nêzîkî du mehan ji binçavkirinê, bi danîna barimteya 1 milyar Tûmenî bi awayekî demkî ji girtîgeha Urmiyê hat azadkirin.
 
Li gor çavkaniyeke agahdar Kurdpa yê; Seyad Derwîşî di heyama nêzîkê du mehan de ku di odeya takekesî ya girtîgeha Îtlaata Urmiyê de hepsî bûye, bi tundî hatiye îşkencekirin û rastî lêpirsînên tund hatiye. Bi awayekî ku lêpirsîner wêneyê birayê wî Fercad Derwîşî ku li ser destê wî deq kiribû, rakirin. Her wiha Derwîşî jî kêşa laş xwe kêm kiriye. 
 
Seyad Derwîşî di heyama nêzî du mehan de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar mabû. Di vê heyamê de, malbata wî tevî çend caran daxwaz ji dezgehên ewlekarî û dadwerî yên Urmiyê bo zanîna çarenivîsa kurê xwe kiribûn, lê ne tenê tu bersiv negirtine û heta nezanîn ku kurê wan bi çi tohmetî û li kuderê hatiye binçavkirin. , lê gef li wan xwaribûn ku hevpeyvînên bi medyayan re dibe red bikin. . 
 
Di dawiya meha Xezelwera sala 1402’an de, hêzên ewlehiyê li yek ji cadeyên bajarê Urmiyê, Derwîşî bêyî nîşandana belgeya dadgehê, binçav kirbûn û bo lêpirsînê biribûn girtîgeha Îtlaata Urmiyê. 
 
Êvariya roja Sêşemî 29’ê Xermanana 1401’an, Fercad Derwîşî temen 23 salî, xelkê gundê “Balû” a Urmiyê, di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li bajarê Welî`esr a bajarê Urmiyê, bi sedema teqekirina hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest da.