Bane: Kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hate kuştin

21:09 - 10 Kanûna Paşîn 2024

Sibeha roja Çarşemî 20 Befranbarê, kolberek bi navê “Mîrza Ehmedî” temen 43 salî, xelkê gundê “Hincine” ya ser bi navçeya Bane, di encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê “Zile” ya vî bajarî canê xwe ji dest da. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ser Sînor bêyî haydarkirinek berê rasterast teqe li vî kolberî kirine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Termê vî kolberî ji bo nexweşxaneya Bane hatiye veguhastin û heya niha radestî malbata wî nehatiye kirin. 
 
Ev Kolber zewicî ye û du zarokên wî hene bi navê "Şiwane û Şînya". 
 
Her di vê derheqê de, sibeha roja Sêşemî 19’ê Befranbarê, kolberek bi navê “Sorş Xergoşî” temen 33 salî, xelkê gundê “Zêwecîk” a ser bi bajarê Selmasê, li sînorê bajarê Bane, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hatibû kuştin.