Mehabad; Binçavkirina welatiyekî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve û veguhastin wî bo cihekî nediyar
Sibeha roja Sêşemî 19ê Befranbarê, welatiyekî Kurd bi navê “Siyamend Mîna” xelkê gundê “Girde Berdan” ser bi bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpayê re ragihandiye, hêzên ewlekarî demjimêr 3ê sibê ya roja Sêşemî bê belgeya dadgehê avêtine ser mala vî welatî û ew binçav kirine.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Hêzên ewlehiyê piştî lêgerîna malê, dest danîne ser hin kelûpelên şexsî yên Siyamend Mîna û kurê wî Pêşewa û bi xwe re birin.
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Hêzên ewlehiyê bi çend tiromibîlan avêtine ser mala vî welatiyê Kurd û bi çêkirina atmosfera tund Siyamend Mîna binçav kirin.
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê han de tine.