Goristana Şanaz Seqiz; Hêzên ewlehiyê ji malbatên can goriyên balafira Ukraynayê re gotin, "hatine ku hatine kuştin lê mafê we tine ku hûn pister û axêveran bi tu aliyekê bikin

16:27 - 9 Kanûna Paşîn 2024

Di çaremîn salvegera mirina rêwiyên balafira Ukraynayê de, roja Sêşemî 18 Befranbara sala 1401an Rojî, malbata Rizgar Rehîmî ku li ser gora kurê xwe li goristana “Şanaz” a bajarê Seqizê amade bibûn, ji aliyê saziyên ewlehiyê ve rastî bêrêzî û bêhurmetiya tund hatin. 
 
Li gor çavkaniyeke agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Hêzên ewlekariyê beriya niha hemû goristan dorpêç kiribûn û leşker hatibûn bicihkirin. Dema ku malbata Rehîmî demjmêr 14.00’an gihîştin goristanê, hêzên bi kincên sivîl heqaret li malbatê kirin û heqaretên weke “Mafê we tune ku posteran daliqînin, mafê axaftinê jî tine. Ji bilî Quraanê mafê te tune ye tu tiştekî bixwînî." Her wiha hemû kesên amade heqaret û bêhurmetî li wan hat kirin. 
 
Çavkaniya agehdar li deheq bicihkirina hêzên ewlehiyê li goristana “Şanaz” a Seqizê dibêje; Goristan ji aliyê tiromibîlên Samand ên spî yên bi numreya Sine û leşkerên motorsîkletan ve hatibû dorpêçkirin. Di nava goristanê de hêzên cil û bergên sivîl jî bi cih bûne û di nava kesên amade de hêzên ewlehiyê yên jin jî hebûn. 
 
“Rizgar Rehîmî” xelkê Seqizê, hevjîna wî “Ferîde Qulamî” xelkê Îslamava ya Rojava û zarokê wan “Jîvan Rehîmî” yê 4 salî û zaroka çend mehî ya xanim Qulamî di nav wan malbatên ku di encama xistina balafira Ukrayna çar sal berê de jiyana xwe ji dest dane.  
 
Tirba “Rizgar Rehîmî” li goristana Şanaz Seqizê ye, herwiha tirba “Ferîde Qulamî” û kurê wê “Jîvan Rehîmî” yê 4 salî li Gêlanxeribê ye, ji ber ku li Kirmaşanê ji dayik bûne. 
 
Ferîde Qulamî, derçûya sêwirana pîşesazî, di sala 2001ê de derbasî Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Îranê bibû û teknîsyena kompaniyeke elektrîkê li Kanadayê bû. 
 
Ferîde û Rizgar 7 salan berê bi bursa ku Rizgar ji bo berdewamkirina xwendina xwe ya dixtoriyê wergirtibû, koçî Kanadayê.