Serdeşt; Hunermendê navdarê Kurd Soreş Ebûbekrî hat binçavkirin

16:25 - 9 Kanûna Paşîn 2024

Şoreş Ebûbekrî hunermendê navdar ê Serdeştî yê naskirî bi “Şoreşwar”, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Demjimêr 3:30 sibeha roja 18’ê Befranara 1402’an, hêzên ewlehiyê yên avêtin ser mala Ebûbekrî û bêyî belgeya dadgehê ew binçavkirin û birin cihekî nediyar. 
 
Çavkaniya agahdar a Kurdpa dibêje; Tevî şopandina malbatê di saziyên ewlekarî û dadwerî de, derbarê rewş û çarenivîsa Ebûbekrî de ti bersiv ji malbata wî re nehatiye dayîn. 
 
Çavkaniyên Kurdpa dibêjin; Sebeb û cihê ragirtina vî hunermendê Kurd tam nayê zanîn. 
 
Şoreş Ebûbekrî di warê wêje û hunerê de çêker, pêşkêşvan, têlsaz û dengbêjekî Serdeştî yê navdar e. Li Serdeştê navendeke wî ya muzîkê ya bi navê “Avay Kurd” heye ku 6 sal berê îzina wê hatibû betalkirin.