Bi binçavkirina Mensûr Nîkizad, Îdrîs Perwîzî û Aso Mihemedî li bajarê Şinoyê, hejmara kesên ku li vî bajarî hatine binçavkirin, gihîşt 4 kesan

16:24 - 9 Kanûna Paşîn 2024

Bi binçavkirina 3ê welatiyên din ên Kurd bi navên Mensûr Nîkizad, Îdrîs Perwîzî xelkê gundê “Xanler” û Aso Mihemedî xelkê taxa “Taçîn Ava” ya ser bi bajarê Şinoyê, hejmara girtiyan li vî bajarî gihîşte 4 kesan. 
 
Li gor çavkaniyeke agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Sibeha roja Yekşemî 17ê Befranbara sala 1402an, hêzên îtila`ata Spaha Pasdaran avêt  ser mala van kesan û ev binçavkirin û ber bi cihekî nediyar ve birin. 
 
Li gor gotina vê çavkaniya haydar, hêzên ewlekarî yên Spaha Pasdaran bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, avêtine ser mala wan welatiyan û piştî bêhurmetî li endamên malbatê, bi lêxistin û tundûtîjiyê ew binçav kirine. 
 
Pêştir Kurdpa nûçeya binçavkirina Cibraîl Ehmedpûr kurê Rehman temen 27 salî, xelkê gundê Girdkaşan a ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Spaha Pasdaran ve belav kiribû. 
 
Heta niha şopandina malbatên van welatiyan ji bo zanîna çarenivîsa zarokên xwe bê encam maye. 
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên van çar welatiyên Kurd de tine. 
 
Wêne ji rastê ber bi çepê: Cibraîl Ehmedpûr, Îdrîs Parwîzî û Mensûr Nîkizad