Îdamkirina girtiyê Îlamê li girtîgeha Qizilhisar a Kerecê
16:23 - 9 Kanûna Paşîn 2024
Serê sibê roja Duşemî 18`ê Befranbarê, girtiyê bi navê “Kyûmers Qulamî” xelkê bajarê Serable ya parêzgeha Îlamê, li girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê hate îdamkirin.
Ev girtiyê han roja Yekşemî 17ê Befranbarê ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeya takekesî ya girtîgeha Qozilhisarê hatibû veguhastin.
Kyûmers Qulamî pêştir bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve bi îdamê hatibû cezayê îdamê lê hatibû birîn.
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.