Şino; Binçavkirina ciwanekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

16:21 - 9 Kanûna Paşîn 2024

Sibeha roja Yekşemî 17`ê Befranbarê, welatiyekî Kurd bi navê Cibraîl Ehmedpûr, temen 27 salî, kurê Rehman, xelkê gundê Girdkaşan a ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî biryara dadgehê avêtine ser mala malbata vî welatiyê han û piştî bêhurmetiyê li endamên malbatê,navbirî binçavkiribûn. 
 
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Heya niha hewlên malbata Ehmedpûr ji bo zanîna çarenivîsa zarokê xwe bê encam mane. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirina Ehmedpûr û tohmetên li ser wî de ti agahî tine ne.