Sine; Muriteza Mihemedî û Îbrahîm Mihemedî piştî danîna barimteyê hatin berdan

16:17 - 9 Kanûna Paşîn 2024

Roja Yekşemî 17’ê Befranbarê, 2 welatiyên Kurd bi navên “Muriteza Mihemedî” û “Îbrahîm Mihemedî” xelkê bajarê Sine piştî danîna barimteyê ji girtîgeha vî bajarî bi awayekî demkî serbest hatin berdan. 
 
Ev her du welatî, roja Şemiyê 16ê Befranbarê piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê bo girtîgeha Îtlaata Sine hatibûn veguhastin. 
 
Sibeha roja Duşemî 11ê Befranbarê, hêzên ewlehiyê bêyî biryara dadgehê avêtin ser mala Muriteza Mihemedî li taxa “Hesen Abad” a bajarê Sinê û bi lêxistin û tundûtîjî navbirî binçav kirin. 
 
Îbrahîm Mihemedî ji bo şopandina çarenivîsa birayê xwe serdana taya yekem a lêkolînê ya Dadgeha Şoreşê ya Sine kiribû û ev jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin. 
 
Heya niha li derheq sebeba binçavkirin û tohmetbarkirina van her du birayan de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin. 
 
Herwisa Muriteza Mihemedî roja Duşemî 1ê Reşemeya sala 1401an a Rojî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja Sêşemî 16ê Reşemeya 1401`an, ji girtîgeha Sine hatibû azadkirin. 
 
Wêne ji rastê ber bi çepê: Muriteza û Îbrahîm Mihemedî