Bokan; Sê ji girtiyên serhildana şoreşgerî bi navê Jin, Jiyan û Azadî bi tohmeta “şer li dijî xweda” hatin cezakirin

20:30 - 6 Kanûna Paşîn 2024

Reûf Şêx Meirûfî, Kamran Siltanî û Mihemed Ferecî 3 welatiyên xelkê bajarê Bokanê ku di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn binçavkirin, bi tohmeta “şer li dijî xweda” hatin tohmetbarkirin. 
 
Li gor çavkaniyej agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, piştî binçavkiria van her sê welatiyên han bo lêpirsînê bo girtîgeha Îdareya Îtilaata Urmiyê hatine veguhatin û hêzên ewlekarî bi awayekî ew îşkencekirine. 
 
Reûf Şêx Meirûfî di 5ê Befranbara sala 1401an, Mihemed Ferecî li 3ê Reşemeya sala 1401an û Kamran Sultanî jî li 8ê Reşemeya 1401an ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî nîşanana belgeya dadgehê, hatine binçavkirin. 
 
Roja 20’ê Cozerdana 1402’an, ev sê welatî ji girtîgeha Îtilaata Urmiyê bo girtîgeha Bokanê hatine veguhastin û niha li vê girtîgehê de ne.