Girtiyê kurd Dawûd Ebdullahî di roja heftemîn a greva birçîbûnê de hat îdamkirin

22:47 - 2 Kanûna Paşîn 2024

Sibeha roja Sêşemî 12ê Befranbarê, girtiyê Kurd yê bi navê Dawûd Ebdullahî, piştî 14 salan li girtîgehê, li girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê hate îdamkirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar termê vî girtiyê siyasî yê kurd radestî malbata wî hatiye kirin û bo Mehabadê hatiye veguhastin. 
 
Ev girtiyê Kurd ê xelkê Mehabadê, ji roja Sêşemî 5ê Befranbarê ve, piştî ku ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê ji bo odeya takekesî hatibû veguhastin, dest bi gireva birçîbûnê kiribû. 
 
Piştî 14 salan hepskirinê, cezayê îdamê yê Dawûd Ebdullahî, Qasim Abiste û Eyûb Kerîmî di 14ê Xezelwer û 8ê Sermaweza sala 1402an de li girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê hatin îdamkirin. 
 
Dawûd Ebdullahî di 16’ê Sermaweza 1388’an de tevî 6 welatiyên din ên Kurd bi navên Qasim Abiste, Enwer Xezrî, Eyûb Kerîmî, Ferhad Selîmî, Kamran Şêxe û Xosrew Beşaret xelkê bajarên Seqiz û Mehabadê hatibûn binçavkirin û li girtîgehê de hatin ragirtin. Îdareya Îtlaata Urmiyê bo heyama 8 mehan, lêpirsîn ji wan kiribû. 
 
Piştre ev heft girtiyên Kurd ên siyasî bo girtîgeha Êvînê hatibûn veguhastin û piştî 6 mehan ji lêpirsînê, roja 25ê Befranbar a 1391an, bo girtîgeha Recayîşehr a bajarê Kerecê hatin veguhestin. 
 
Ev heft girtiyên Kurd di meha Xakelêweya sala 1394’an de, ji aliyê taya 28’ê dadgeha Şoreş a Tehranê bi serokatiya dadwer “Miqîse” bi tohmeta “çalakiyên dijî ewlehiya netewî”, “propaganda dijî hikûmetê”, “endamtiya di girûpên Selefî” de bi cezayê bi ser wî sepandibû. Ev biryar di 5'ê Cozerdana 1395'an de bi fermî ji wan re hatibû ragihandin. 
 
Piştî nerazîbûna van heft girtiyan, ev ceza di dawiya sala 1395an Rojî de li dadgeha bilind a vî welatî hat betalkirin û ji bo lêkolîna dubare bo taya 15 a dadgeha Şoreş a Tehranê bi serokatiya dadwer "Selewatî" hatibû şandin. 
 
Di Cozerdana sala 1397’an de, ev heft girtiyên siyasî, bi tohmeta “fesada fêl reriz” û tohmeta pêwendîdar bi ewlehiya netewî û tevî gelek haletên binpêkirina giran ji hukmên dadgehkirina dadperwerane, li roja 14ê Rêbendana 1398an, taya 41an, Dadgeha Bilind, ve bi îdamê hatin cezakirin, biryarên ku li derheq van 7 kesan de hatin dayîn hat pejrandin û di Xermana 1399an Rojî de taya 38'an a Dadgeha Bilind daxwaza wan a ji nû ve darizandinê red kir. 
 
Ev heft girtiyên siyasî yên kurd di Gelawêja sala 1402’an de piştî ku girtîgeha Recayî Şehir ya Kerecê hat girtin, bo girtîgeha Qisilhisarê hatin veguhastin.