Li sînorê Newsûdê ji ber teqîna mînekê kolberek birîndar bû

22:53 - 13 Kanûna pêşîn 2023

Duh sêşemî 21ê Sermawez, kolberê bi navê “Mensûr Silêmanî” yê xelkê bajarê Selas Bawecanî li sînorê Newsûdê bi teqîna mînekê bi giranî birîndar bû.

Li gor çavkniyeke agehdar, di vê bûyerê de ev kolberê han gule lingê wî ketiye û birîndar bûye.

Ev kolber pêşî ji bo çareseriya pizîşkî rakirin nexweşxaneya Newsûdê û piştre ji ber giraniya birînan şandin nexweşxaneya Pawê.

Mensûr Silêmanî temen 36 salî, xelkê gundê “Dingî” yê ser bi bajarê Selas Bawecanî ye û zewicî ye.