Nexede; Cemal Elîzade ji bo murexesiyê hat şandin

20:04 - 12 Kanûna pêşîn 2023

Roja Duşemî 20’ê Sermawezê, çalakvanê medenî yê Pîranşarê Cemal Elîzade ji girtîgeha Nexede bo murexesiyê hat şandin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev çalakvanê medenî bo çar rojan hatiye şandin. 
 
Ev çalakvanê medenî yê Kurd, di heyama proseya lêpirsîn de ji mafê hebûna parêzer hatibû bê par kirin û piştî cîbicîkirina hukmê, dozgerê Pîranşarê li dijî destnîşankirina parêzer bo dosyeya wî derketibû. 
 
Roja Sêşemî 7ê Xermananê Elîzade ji bo derbazkirina hukmê xwe bo girtîgeha Nexede hate veguhastin. 
 
Ev çalakvanê medenî di meha Xakelêweya îsal de ji aliyê dadgeha Şoreş a Mehabadê bi serperestiya dadwer “Ocaqilû” bi tohmeta “hevkariya bi medyayên neyar” re, bi 30 meh heps hat hatibû cezakirin. 
 
Êvariya roja Sêşemî  26’ê Rezber a sala 1401’an, hêzên ewlehiyê bi ser mala Cemal Elîzade de girtin û bêyî nîşandana belgeya dadgehê, ew binçav kirin. 
 
 Elîzade ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtilaata Urmiyê hat veguhastin û piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê bo girtîgeha Nexedê hat veguhastin. 
 
Roja Yekşemî 23ê Rêbendana 1401an, ev welatiyê han bi danîna barimteya 3`ê milyar Tûmenî heya dawiya dozê, bi awayekî demkî ji girtîgeha Nexedê hate azadkirin.