Veguhastina Pexşan Ezîzî bo beşa jinan a girtîgeha Êvînê

20:02 - 12 Kanûna pêşîn 2023

Di rojên derbasbûyî de, Pexişan Ezîzî, çalakvana jin a Kurd û girtiya siyasî ya berê xelkê Mehabadê, piştî çar mehan lêpirsînê ji benda 209 a girtîgeha Êvînê bo beşa jinan a vê girtîgehê hat veguhastin. 
 
Ev derçûyê karûbarê civakî, roja 13’ê Gelawêja îsal ji aliyê hêzên ewlekarî yên Tehranê ve hatibû binçavkirin û bo benda 209 a girtîgeha Êvînê hatibû veguhastin. 
 
Xanim Ezîzî ji dema binçavkirinê ve, ji mafê hebûna parêzer, telefon û hevdîtina bi malbata xwe re bê par bûye. 
 
Roja Çarşemî 17’ê Xezelwerê, malpera “Bêtawan” a ser bi Wezareta Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê, bi tohmeta “endamtî di yek ji kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê” de, binçavkirina Azîzî, Varîşe Moradî û Sîrvan Mihemed Rizayî ragihand.  
 
Varîşe Moradî naskirî bi Ciwana Sine çalakvana jin a Kurd, roja Sêşemî 10ê Gelawêja îsal ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li nêzîkî bajarê Sine hate binçavkirin û ti agahî derbarê çarenivîsa wê de nînin. 
 
Her wiha roja 25’ê Xezelwera 1388’an a Rojî, di çalakiya protestoyî ya xwendekarên Kurd ên zanîngeha Tehranê li dijî bidarvekirinên siyasî yên li Kurdistanê de, Ezîzî ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatibû binçavkirin û piştî çar mehan ji binçavkirina demkî, bi danîna barimteyê hate azadkirin. 
 
Ev çalakvana jin a Kurd piştî demekê ji Îranê derketibû û di salên borî de li Herêma Kurdistana Iraqê mabû.