Celal Emînî ji bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha Bokanê hat veguhastin

15:43 - 12 Kanûna pêşîn 2023

Roja Sêşemî 21’ê Sermawezê, Celal Emînî welatiyê bajarê Bokanê, piştî gazîkirina bo taya cîbicîkirina hukmên tawanan a serdozgeriya Giştî û Şoreşa vî bajarî, hate binçavkirin û bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha Boanê hat veguhastin. 
 
Ev welatî di Befranbara a sala 1401’an a Rojî de, bi tohmeta “endamtî û hevkarîkirina bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê” ji aliyê taya 101a dadgeha Cezayên Giran a Bokanê, bi sê sal û heşt meh heps hate guhartin. 
 
Roja Yekşemî 13ê Xermanan a 1401an, ev welatiyê Kurd, bi danîna barimteya Yek milyar Tûmenî heya dawîhatina dozê, bi awayekî demkî ji girtîgeha Bokanê hat azadkirin. 
 
Roja Pêncşemî 3ê Xermanana 1401an, Emînî piştî bidawîhatina pêvajoya lêpirsînê ji yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê bo girtîgeha Bokanê hat veguhastin. 
 
Celal Emînî di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtinên malbatê re bê par e. 
 
Roja Duşemî 24’ê Gelawêja 1401’an, hêzên ewlehiyê rêya “Mîrava” ya Bokanê bêyî nîşandana belgeya dadgehê, tirimbîla vî welatiyê ragirtin û ev binçav kirin. 
 
Piştî binçavkirina vî welatî, hêzên ewlehiyê avêtine ser mala wî ya şexsî û lêgerînê li mala wî kirine. 
 
Celal Emînî ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê hate veguhastin. 
 
Celal Emînî hevjînê Ezîme Nasirî girtiya siyasî ya berê ye ku di meha Gelawêja sala 1400 û Befranbara 1399`an ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû bincavkirin û piştî çend mehan ji binçavkirinê, her du caran bi danîna barimteyê ji girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû azadkirin.