Birayê Sarîna Saidî, yek ji cangoriyên serhildana Şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, Moîd Saidî, bo taya 108'an a Dadgeha Cezayê Giran a Sine gazî kirin

21:15 - 11 Kanûna pêşîn 2023

Moîd Saidî birayê Sarîna Saidî yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li Sine, bo taya 108 a dadgeha Cezayên Giran a vî bajarî hat gazîkirin. 
 
Moîd Saidî bi sikalaya Serdozgeriya Komarê û Şoreş û Serdozgerê Sine bi îdiaya "Propagandaya li dijî nizama Komara Îslamî" tohmetbar kirine, ji bo taya 108 a Dadgeha Cezayê Giran a Sine hat gazîkirin. 
 
Li gor zanyariyên bidest ketine, divê îro Duşemî 20ê Sermawezê, ev welatiyê 15 salî li taya navborî amade bibe. 
 
Roja Pêncşemî 23ê Xermananê, birayê Sarîna Saidî yê 15 salî, Moîd Saidî, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Ziyan, Azadî, ligel xaleta xwe Rêzan Saidî, ya 17 salî, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Sine ve hatin binçavkirin. 
 
Hêzên ewlehiyê ev du welatî li goristana Beheşt Mihemedî ya bajarê Sine ji ber kişandina wêneyan bêyî ku belgeya dadwerî nîşan bidin binçav kirine. 
 
Ev her du welatî piştî bidawîbûna lêpirsînê bi awayekî demkî hatin berdan. 
 
Di 5’ê Xezelwera sala 1401’an de, Sarîna Saidî ya 16 salî û zaroka Haşim, di kombûnên nerazîbûnê yên roja 4’ê  Xezelwera sala 1401’an de, ji ber lêdana hêzên serkutkar û lêdana kulmekê li serê wê, xwînrijiya mejiyê wê û piştî rojekê li nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.