Çar welatiyên Kurd bo girtîgeha Şinoyê hatin veguhastin

20:35 - 31 Kanûna pêşîn 2023

Roja Şemî 9’ê Befranbarê, 4 welatiyên Kurd bi navên “Yeqûb Mehmûdî Azer”, “Yûsif Rehmanî”, “Behmen Mehmûdî Azer” û “Muhsin Ezîzî” xelkê bajarê Şinoyê ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha vî bajarî hatin veguhastin. 
 
Taya yekem ê Dadgeha Şoreşê ya Şinoyê ev 4 welatiyên han bi "endamtî û hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re" tohmetbar kiriye û li ser vê biryarê, Yeqûb Mehmûdî Azer bi 7 sal heps, Yûsif Rehmanî bi 2 sal û 5 meh heps hate cezakirin, Behmen Mehmûdî Azer jî 7 sal heps û Muhsin Ezîzî jî 2 sal heps hatin cezakirin. 
 
Li gorî Qanûna Tevhevkirina Cezayan, cezayê herî giran li Yeqûb Mehmûdî Azer û Behmen Mehmûdî Azer hatiye birîn. 
 
Sibeha roja Duşemî 6ê Pûşpera sala 1401an, Yeqûb Mehmûdî Azer xelkê gundê “Sîngan” a ser bi bajarê Şinoyê, bê destûra dadwerî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja Pêncşemî 27ê Gelawêja heman salê ew piştî danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgeha vî bajarî hatibû berdan. 
 
Muhsin Ezîzî xelkê Şinoyê, sibêdeya roja Çarşemî 22ê Pûşpera 1401an, bêyî belgeya dadgehê hatibû binçavkirin û roja Yekşemî 2ê Gelawêja heman salê, piştî danîna barimteyê ji girtîgeha vî bajarî hatibû azadkirin. 
 
Sibeha roja Duşemî 6ê Pûşpera 1401an, Behmen Mehmûdî Azer xelkê bajarê Şinoyê, bêyî belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja Pêncşemî 13ê Gelawêja heman salê, ji girtîgeha vî bajarî hatibû azadkirin. 
 
Sibeha roja Çarşemî 22’ê Pûşpera 1401’an, Yûsif Rehmanî xelkê gundê “Xorşt” a ser bi bajarê Şinoyê, bêyî belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê  ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê hatibû veguhastin. Roja Çarşemî 26ê Gelawêja 1401`an a Rojî ji girtîgeha Şinoyê piştî danîna barimteyê ji girtîgehê derket bû.