Şino; Xoşnav Eynî ji bo cîbicîkirina ceza birin girtîgehê

20:33 - 31 Kanûna pêşîn 2023

Roja Yekşemî 10’ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd bi navê “Xoşnav Eynî” xelkê gundê “Sîngan” a ser bi bajarê Şino yê bo cîbicîkirina  cezayê wî ew bo girtîgeha vî bajarî veguhastin. 
 
Ev welatiyê han bi tohmeta “endamtî û hevkarî kirina bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê” re ji aliyê taya yekem ê dadgeha Şoreş a Şino yê bi serperestiya dadwer “Mehdî Rizayî” bi Du sal heps hate cezakirin. 
 
Xoşnav Eynî sibeha roja Çarşemî 22’ê Pûşpera sala 1401’an, bê biryara dadweriyê hate binçavkirin û roja Yekşemî 2’ê Gelawêja heman salê ji girtîgeha vî bajarî hate azadkirin.