Girtiyekê bajarê Îlamê li girtîgeha Qizilhisar a Kerecê hat îdamkirin

23:03 - 30 Kanûna pêşîn 2023

Sibeha roja Şemî 9’ê Befranbarê, girtiyê bi navê “Ehmed (Ebdul) Şawalî” kurê Hisên û xelkê gundê “Îslamiye” a ser bi bajarê Sîrwan a parêzgeha Îlamê, li girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê hat îdamkirin. 
 
Li gor çavkaniya agehdar a Kurdpa yê, ev girtiyê temen 34 salî 5 salan beriya niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.