Li ser sînorê Bane kolberek bi sebeba teqeya hêzên leşkerî hat kuştin

22:58 - 30 Kanûna pêşîn 2023

Roja Şemî 9ê Befranbarê, kolberê bi navê “Ehmed Sadiqî” xelkê bajarê Seqizê, li sînorê bajarê Bane bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê hat kuştin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî haydarkirinek berê rasterast teqe li vî kolberê temen 32 salî li sînorê “Hengehjale” ya bajarê Bane kirin. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Termê wî kolberî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Bane hat veguhastin û piştre radestî malbata wî hatiye kirin. 
 
Ev kolber xelkê gundê “Qebaxlû” a Seqizê ye, zewicî ye û zarokek wî heye.