Nexede; Husên Mehmûdpûr bi barimteya hat berdan

21:08 - 11 Kanûna pêşîn 2023

Roja Duşemî 20’ê Sermawezê, welatiyekî Kurd bi navê “Hisên Mehmûdpûr” kurê Ezîz xelkê gundê “Gergûla Jor” a Pîranşarê, piştî danîna barimteya Du milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Nexedê hat azadkirin. 
 
Ev welatiyê han di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer bê par bû. 
 
 Mehmûdpûr 10 rojan li girtîgeha Îtlaata Pîranşarê û 25 rojan jî li girtîgeha Îtlaata Urmiyê de din bin lêpirsînê de bû. 
 
Hêzên ewlehiyê ev welatiyê Kurd bi “endamtî û hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re” tometbar kirine. 
 
Sibeha roja Sêşemî 24ê Gelawêjê, hêzên ewlehiyê bi ser mala şexsî ya vî welatiyê han de girtin û bêyî nîşandana belgeya dadgehê, ew binçav kirin. 
 
Husên Mehmûdpûr roja 3ê Tîrmeha sala 1351’an ji dayîk bûye.