Li girtîgeha Urmiyê 4 girtiyên bi tohmeta “beşdarî hevkariya îtlaatî û sîxuriya ji bo Îsraîlê” hatin ídamkirin

14:40 - 29 Kanûna pêşîn 2023

Sibeha roja Înê 8ê Befranbarê, 4 girtiyan bi tohmeta “beşdariya di hevkariya îtlaatî û sîxuriyê de ji bo berjewendiya Îsraîlê” bi navên “Wefa Hinarê, Aram Omerî, Rehman Perhazû û Nesîm Nemazî” li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê hatin îdamkirin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, termê van 4 girtiyan radestî malbatên wan nehatiye kirin. 
 
Ev 4 girtî roja Pêncşemî 7ê Befranbarê ji bo cîbicîkirina cezayê han bo odeya takekesî ya girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibûn veguhastin. 
 
Piştî ku ev 4 girtî bo odeya takekesî hatibûn veguhastin, malbatên wan bi wan re hevdîtin kiribûn. 
 
Di rojên derbasbûyî de, taya 39 a Dadgeha Bilind a welat, cezayê îdamê yê van çar girtiyên Urmiyê piştrast kiribû û cezayê îdamê yê Mensûr Resûlî tohmetbarê din ê vê dosyeyê binpê kir. 
 
Di 17’ê Rêbendana sala 1401’an de, ev her çar girtî tevî Mensûr Resûlî endamê berê yê Spaha Pasdaran, di dosyeyek hevpar de ji aliyê taya sêyem ê Şoreşê ve bi “Beşdarbûna di hevkariya îtlaatî û sîxûriyê de ji bo berjewendiya Îsraîlê” hatibûn tohmetbarkirin û dadgeha Şoreşê ya Urmiyê bi serokatiya dadwer Necefzade cezayê îdamê bo wan birîbû. 
 
Her wiha 5 welatiyên din ên Urmiyê bi navên “Kamran Hinare, Fexredîn Dudkanloyî Mîlan, Eşkan Osmannejad Gundik Mela, Hesen Omerpûr û Emîr Muştaq Gengeçîn” jî bi tohmeta “beşdarî hevkariya îtlaatî û sîxuriya bo Îsraîlê bûne” di vê dosyeyê de bi 10 sal heps hatine cezakirin.  
 
Wefa Hinare, Aram Omerî, Rehman Berûzî, Nesîm Nemazî, Kamran Hinare, Fexredîn Dudkanloyî Mîlan, Eşkan Osmannejad Gundik Mela, Hesen Omerpûr û Emîr Muştaq Gengeçîn ji demsala Payîzê û Demsala Zivizstana sala 1400 ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Urmiyê ve hatine binçavkirin û odeya takekesî ya Îdareya Îtlaata Urmiyê û benda 209 a Girtîgeha Êvînê bi tohmeta “beşdarî hevkariya îtlaatî û sîxûriya ji bo berjewendiyên Îsraîlê” rastî îşkenceyên giran ên laşî û derûnî hatin û piştî bidawîbûna pêvajoya lêpirsînê bo girtîgeha Urmiyê hatin veguhastin. 
 
Mensûr Resûlî jî di Banemera 1401an de piştî weşandina fîlmek bi navê "lêpirsîna ajanên Mûsad" hatibû binçavkirin.