Girtiyekî kurd li Kirmaşanê li girtîgeha Bîrcendê hat îdamkirin

22:01 - 28 Kanûna pêşîn 2023

Sibeha roja Çarşemî 6`ê Befranbarê, girtiyê bi navê “Mihemed Hesarî” xelkê Kirmaşanê li girtîgeha Bîrcendê hate îdamkirin. 
 
Ev girtiyê 55 salî berî niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û ji aliyê dezgehên dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, cezayê îdamê yê vî girtiyê bêyî hevdîtina dawî ya bi malbatê re hatiye cîbicîkirin. 
 
Mihemed Hesarî zewicî ye û du zarokên wî hene. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.