Can jidestdana welatiyekî Kurd li girtîgeha ewlehiyê ya Urmiyê de

22:00 - 28 Kanûna pêşîn 2023

Roja Çarşemî 6’ê Befranbarê, welatiyekî Kurd bi navê “Mensûr Selamet” kurê Mehkûm û xelkê gundê “Pêsan” a ser bi navçeya Tergewera Urmiyê, piştî çend demjimêran ji binçavkirinê, li girtîgeha ewlehiyê ya vî bajarî, canê xwe ji dest da.  

Li gor çavkaniyeke haydar, sibeha roja Çarşemiyê hêzên ewlehiyê ev welatiyê han bi tohmeta “ragirtina çeka nêçîrê” binçavkiribûn û bo girtîgeha ewllehiyê “Nepile” vegahastibûn. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Selamet bi sebeba givaş û îşkenceyên hêzên ewlehiyê di nav girtîgehê de canê xwe ji dest daye û êvariya roja Çarşemiyê jî hêzên ewlehiyê bi riya peywendiyeke telefonî mirina vî welatiyê han ji malbata wî re ragihandin. 
 
Vê çavkaniya agehdar diyar kir: Hêzên ewlehiyê diyar kirin ku Mensûr Selamet ji ber tirs û stresa derûnî ya di girtîgehê de tûşî nexweşiya mejî bûye û canê xwe ji dest daye. 
 
Termê vî welatiyê Kurd piştî veguhastina bo pizîşkê yasayî ya bajarê Urmiyê radestî malbata wî hat kirin û roja Pêncşemî 7’ê Befranbarê li wî bajarî bi axê hat spartin.