Girtîgeha Êvînê; Wirîşe Muradî sewqî beşa jinan hat kirin

10:43 - 28 Kanûna pêşîn 2023

Roja Sêşemî 5ê Rêbendanê, Wirîşe Muradî naskirî bi (Ciwane Sine) çalakvana jin a Kurd, piştî bidawîhatina pêvajoya lêpirsînê, ji beşa 209 a girtîgeha Êvînê bo beşa jinan a vê girtîgehê hat veguhastin. 
 
Ev çalakvana jin a Kurd ji mafê hebûna parêzer bêpar maye û tenê carekê bi malbata xwe re hevdîtin kiriye. 
 
Wirîşe Muradî piştî binçavkirinê bo girtîgeha Îtlaata Sine hat veguhastin û piştî du heftiyan ji lêpirsînê bo îtirafkirina bi zorê, di dawiya meha Gelawêja îsal de bo benda 209 a girtîgeha Êvînê hatibû veguhastin. 
 
Wirîşe Muradî endama Civaka Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê ye û ev rêxistina jinan îro Sêşemî 4ê Befranbarê bi weşandina daxuyaniyekê arasteyî raya giştî, raporterê taybet ê Netewên Yekgirtî bo karûbarên mafên mirovan li Îranê û rêkxistinên navdewletî yên mafên mirovan kir û da zanîn ku Warîşe Muradî ji bo "çalakiyên siyasî û rêxistinkirina jinan" li Kurdistanê amade bûye. 
 
Civata Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê tekez kir: “Li derheq berpirsatiya rêheval Ciwan Sine ji aliyê hêzên Rêxistina Îtlaata Spaha Pasdaran û Wezareta Îtlaatê ve, em Komara Îslamî ya Îranê ji jiyana wê endamê berpirsyar dibînin. " 
 
Herwisa vê rêxistina jinan ji raya giştî, raporterê taybet ê NY bo karûbarên mafên mirovan li Îranê û rêkxistinên mafên mirovan xwest ku li derheq rêheval Wirîşe Muradî û “senaryoyên saziyên ewlehiyê” li dijî wê, tedbîrên pêwîst bigirin.