Girtiyekî Kurd li girtîgeha Sine hat îdamkirin

10:32 - 28 Kanûna pêşîn 2023

Sibeha roja Sêşemî 5ê Befranbarê, girtiyê bi navê “Mihemedriza Mêhriban” ê 35 salî û xelkê bajarê Qorwê, li girtîgeha Navendî ya Sine hate îdamkirin. 
 
Ev girtiyê han ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê, roja Yekşemî 3ê Befranbarê, bo odeya takekesî ya girtîgeha Sine hatibû veguhastin. 
 
Ev girtiyê han 4 salan beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.