Sine; Binçavkirina welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

20:27 - 26 Kanûna pêşîn 2023

Sibeha roja Duşemî 4ê Befranbarê, welatiyekî Kurd bi navê “Mihemed Ceifer Mihemedî” temen 55 salî, kurê Tûfîq xelkê Sine, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlekarî bêyî nîşandana belgeya dadgehê, avêtine ser mala şexisî ya vî welatî li taxa “Hacî ava” ya bajarê Sine û bi tundûtûjiyê ew binçav kirine. 
 
Li gor belgeya ku ketiye destê Kurdpa yê, Mihemedceifer Mihemedî piştî sikalya li dijî hêzên polîs ên bajarê Sine, bi tohmeta destdirêjî û binçavkirina neqanûnî li dadgeha leşkerî ya parêzgeha Sine hate binçavkirin. 
 
Roja Sêşemî 16ê Reşemî 1401an, Murteza Mihemedî û Sîrvan Mihemedî zarokên Mihemedce`ifer û ji girtiyên serhildana şoreşgerî “Jin, Jiyan û Azadî” piştî danîna barimteyê ji girtîgeha Sine hatin azadkirin.