Firişte Husêynî ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha Urmiyê hat veguhastin

21:07 - 11 Kanûna pêşîn 2023

Roja Duşemî 20ê Sermawezê, Firişte Husêynî welatiya bajarê Bokanê piştî gazîkirina bo taya cîbicîkirina cezayê tawanan a serdozgeriya giştî û şoreşa vî bajarî, bo beşa jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê hat veguhastin. 
 
Ev welatiya han di Reşemî 1401’an de, bi tohmeta “propaganda dijî hikûmetê” ji aliyê taya 101 a dadgeha Cezayên Giran a Bokanê, bi 8 meh heps hat cezakirin û li dawîya Sermawez ya sala 1402’an de, ev cezayê han bi awayekî objektîf li dadgeha pêdaçûnê hate piştrastkirin. 
 
Firişte Husêynî roja Çarşemî 2ê Xermanana sala 1401an ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û piştî 18 rojan li 20ê   Xermanana heman salê, piştî danîna barimteya Sed milyon Tûmenî, bi awayekî demkî hat azadkirin.