Sine; Beyan Fereculahî bo dadgehê hat gazîkirin

18:53 - 25 Kanûna pêşîn 2023

Welatiya bi navê Beyan Fereculahî ji bajarê Sine bo taya yekem a dadgeha Şoreş a vî bajarî hat gazîkirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev çalakvana jin bi tohmeta “propagandakirina dijî hikûmetê” bo taya yekem a dadgeha Şoreşê ya bajarê Sine hatiye gazîkirin û divê roja 10’ê Befiranbarê ji bo wergirtina parêznameya xwe ya dawî derkeve pêşberî dadgehê. 
 
Xanima Fereculahî, roja Şemî 4ê Xermananê, piştî danîna barimteya Du milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji navenda çaksaziya Sine hat azadkirin. 
 
Êvariya roja Duşemî 26ê Pûşperê, hêzên ewlehiyê bi ser mala vî welatiyê han de girtin û bêyî nîşandana belgeya dadgehê ew binçav kirin. 
 
Xanim Fereculahî ji bo jêpirsînê bo navenda Îtlaata Sine veguhastin.