Xelata Saxarov, pasaport û telefona destan a Salih Nîkbext piştî ku ji Fransayê vegeriya hatin zefitkirin

13:35 - 24 Kanûna pêşîn 2023

Êvariya roja Înê 1ê Befranbarê Salih Nîkbext parêzerê malbata Jîna Emînî piştî vegera ji sefera xwe bo Fransayê,  xelata Saxarov li Firokexaneya Xumeynî ya Tehranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat zefitkirin û lêpirsîn Nîkbext hatkirin. Û Xelata Saxarov a Parlamentoya Ewropayê ya ku ji bo Jîna Emînî û serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî hatibû dayîn, hat zefitkirin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agahdar, ji bilî xelata Saxarov, hêzên ewlehiyê dest danîne ser pasaport û telefona destan a vî parêzerî jî. 
 
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Hêzên ewlehiyê yên Firokxaneya Xumeynî ya Tehranê ji vî parêzerê kurd re ragihandine ku ji aliyê dezgehên dadwerî ve derkevtina derve qedexekirin  û di heyama çend rojên borî de jî biryara qedexekirina derketina vî parêzerî ji bo sîstema wî ya Sanayî hatiye şandin. . 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Cezayê girtîgehê yê Salih Nîkbex li dadgeha pêdaçûnê hate piştrastkirin, lê parêzerê dosyeya wî daxwaza dubarekirina dadgehîkirina wî bo dadgeha bilind kir û dosyeya wî ji bo pêdaçûnê bo taya 9 a dadgeha bilind hat şandin. 
 
Vê çavkaniya haydar got: Nîkbext di ragihandinekê de hat zanîn ku divê di rojên bê de ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê xwe bo taya yekem a cîbicîkirina cezayê tawanan a dadgeha şoreş a Tehranê bide naskirin. 
 
Roja Sêşemê 21ê Sermawez a 1402an, xelata azadiya ramanê (Saxarov) ya sala 2023an a Parlamentoya Ewropayê ji bo Jîna Emînî û serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî hat dayîn. 
 
Salih Nîkbext parêzerê malbata Jina Emînî beşdarî merasima dayîna xelata Saxarov a li Parlamentoya Ewropayê bû û piştî xwendina peyama Mujgan Êftixarî, dayîka Jîna li ser navê malbata Emînî xelat wergirt. 
 
Sibeha roja Şemiyê 18’ê Sermawez a sala 1402’an, diviyabû malbata Jîna-Mehsa Emînî ji bo beşdariya di merasima dayîna xelata Saxarov a Parlemana Ewropayê de biçûya Fransa, lê hêzên ewlehiyê yên Firokexaneya Xumeynî ya Tehranê rê li ber malbata Emînî girtin.  
 
Hêzên ewlehiyê ji Mujgan Êftixarî, Emced Emînî û Eşkan Emînî re ragihandine ku derketina derve qedexe ye û li balafirgehê pasaporta wan hate zefitkirin. 
 
Roja Sêşemî 25’ê Sermaweza sala 1402’an, Salih Nîkbext, parêzerê dosyeya Jîna Emînî, ji aliyê tays 28’ê Dadgeha Şoreş a Îslamî ya Tehranê bi serokatiya dadwer “Emûzad” bi cezayê herî zêde bi propaganda li dijî hikûmetê hate cezakirin, parêzerê wî "Elî Rizayî" salek cezayê girtîgehê û cezayê zêde jî bi "2 sal qedexekirina çalakiya li ser torên civakî" jê hat birîn.