Sevlava; Dûrxistina mamosteyê xwepêşander Hikmet Salihî bo bajarê Bîcarê

17:37 - 23 Kanûna pêşîn 2023

Mamosteyê dibistana destpêkî Hikmet Salihî ji ber piştgiriya serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî ji bajarê Sevlavayê  ji bo bajarê Bîcarê hat dûrxistin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, ev mamoste bi 9 sal ezimûna kar, ji cihê mamostetiyê li gundê “Serpîr” a ser bi navçeya Hewraman a Sevlavayê bo dibistana gundê “Pîrtac” a bajarê Bîcarê hatiye dûrixistin. 
 
Berê jî bi tohmeta “bê rêzîkirina bi pîrozbahiyn” ji aliyê Desteya Binpêkirinên Îdarî ya Perwerdeyê ve, Salihî bi du salan durxistin bo bajarê Bîcarê hatibû cezakirin. 
 
Mînaka tohmetbarkirina vî mamostayê nerazî, piştgirîkirina serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî bi rêya belavkirina nivîsan di qada sîber de hatiye ragihandin.