Şaho Berhem û Ehsan Mihemedî ji wan kesên ku di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan û Azadî de hatibûn binçavkirin, bi cezayê pereyan hatin cezakirin

19:56 - 22 Kanûna pêşîn 2023

Şaho naskirî bi (Eyûb) Berhem kurê Îsa û Ehsan Mihemedî kurê Îbrahîm ji xelkê bajarê Şinoyê û ji girtiyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan û Azadî ji aliyê taya yekem a dadgeha tawanan a parêzgeha Azerbaycana Rojava ve bi cezayê pere hatin cezakirin.  
 
Li gorî biryarê, ev her du xwepêşander tevî rojên binçavkirina berê, bi tohmeta “Bi beşdarbûna li xwepêşanderan de têkana aramî û ewlehiya giştî” bi dana 25 milyon Rîal hatin cezakirin. 
 
Her wiha dadgehê bi amajekirina bendên têbîniya pizîşkî ya dadwerî ya li ser nebûna geşepêdana aqilane û ne têgihîştina tevgera Moharebe ji aliyê van her du xwepêşanderan û nebûna dîmenên têkildarî dîmenên wêrankirina milkan, bi mebesta rûbirûbûna hikûmetê, hat berdan. 
 
Roja Çarşemî 10ê Xezelwerê, Şaho Berhem û Ehsan Mihemedî piştî zêdetir ji salekê ji binçavkirina demkî bi awayekî demkî hatin berdan. 
 
Şaho Berhem roja 19’ê Rezbera sala 1401’an, bi tohmeta beşdariya di xwepêşandanên “Jin, Jiyan û Azadî” de, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha ewlehiyê ya Urmiyê hatibû veguhastin. 
 
Şaho Berhem piştî lêpirsînê b girtîgeha Urmiyê veguhatibûn. 
 
Di 3ê Xermanana 1402an de, Eric Marquardt, endamê Parlamentoya Ewropayê, sponsoriya siyasî ya Ehsan Mihemedî girt ser xwe, Marquard li ser rûpela xwe ya înstagramê belavokek belav kir û wiha nivîsî; Min berpirsiyariya Îhsan girtiye ser xwe, temenê wî 16 salî ye û bi tohmeta “şer”ê re rûbirû maye ku dikaribû bi îdamê were cezakirin û di dema borî de jî çendîn caran li Îranê de zarokên biçûk bi darvekirinê hatibûn cezakirin. 
 
Ehsan Mihemedî di 21’ê Rezbera sala 1401’an de ji aliyê Îdareya Îtila’atê ve hatibû gazîkirin û binçavkirin. Piştî demekê ji bo lêpirsînê bo Urmiyê hatibû veguhastin û di dema lêpirsînê de rastî îşkenceyê hatibû. 
 
Di dema binçavkirinê de Ehsan Mihemedî li navenda çaksaziyê ya Urmiyê tê ragirtin. 
 
Wêne ji rast ber bi çep: Şaho Berhem û Ehsan Mihemedî