Li Îlamê 2 karkerê petrokîmyayê hewla xwekujiyê dan

06:54 - 22 Kanûna pêşîn 2023

Roja Pêncşemî 30’ê Sermawezê, Cewad Newrozî û Mistefa Ebbasî, 2 karkerên petrokîmyaya Çewar a Îlamê, bi sebeba dûrxistina wan ji kar hewla xwekujiyê dan. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev du welatiyên han piştî ku ji aliyê rêveber û ewlehiya vê kompleksê ve ji kar hatin dûrxistin, li navenda petrokîmya ya Çewar Îlamê, hewla xwe darverkirinê dan. 
 
Ev her du xebatkarên petrokîmiya Çewar a Îlamê bo nexweşxaneyê hatin veguhastin û rewşa giştî ya wan nebaşe. 
 
Di vê li derheqê de, êvariya roja Çarşemî 4ê Gelawêja îsal, Heyder Muhsênî, karmendê petrokîmiya Îlamê, bi sedema dûrxistina ji kar dawî li jiyana xwe anî. 
 
Di Befranbara sala 1401’an de, Areş Teberok, yek ji karkerên din ê petrokîmyaya Çewar a Îlamê, piştî ku ji kar hatibû derxistin û ji bo derketina derve hatibù qedexekirin, û her ji ber vê sedemê jî dawî bi jiyana xwe anî. 
 
Herwisa di meha Gelawêja sala 1401`an a Rojî de, du ji karkerên ji kar derkirî yên petrokîmiya Îlamê yên bi navên “Mihemed Nebî Mensûrî” û “Elî Mihemed Kerîmî” xelkê bajarê Çewar a parêzgeha Îlamê, bi sedema pirsgirêkên malbatî û aborî dawî bi jiyana xwe anîn.