Mamoste Îbrahîm Selîmî 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn

06:20 - 22 Kanûna pêşîn 2023

Mamosta Îbrahîm Selîmî, pêşnimêjê îniyê yê mizgevta “Çar Yar Nebî” a Pîranşarê, ji aliyê Dadgeha Taybet a Rûhaniyer ya bajarê Urmiyê, bi sê sal heps hat cezakirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, dadgehê ev mamosteyê olî yê kurd bi “kiryar li dijî ewlehiya netewî, têkdana hizra giştî û îmzekirina daxuyaniya mamostayên Kurdistanê ji bo piştevanîkirina ji serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî” tohmetbar kiriye û ev biryar hatiye dayîn û di heyama çend rojên borî jêra hatiye ragihandin 
 
Roja Duşemî 1’ê Befranbara sala 1401’an, mamoste Îbrahîm Selîmî bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî ji girtîgeha Urmiyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin. 
 
Piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê, ev mamostayê olî yê Kurd ji girtîgeha Îdareya Îtilaata Urmiyê bo girtîgeha Navendî ya vî bajarî hat veguhastin û di heyama binçavkirinê de, ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bê par mabû. 
 
Roja Sêşemî 11ê Rêbendana sala 1401an, mamoste Îbrahîm Selîmî bi tohmeta piştevanîkirin ji xwepêşandanên Jin, Jiyan û Azadî bo Îdareya Îtilaata Pîranşarê hatibû gazîkirin û piştre ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtla`ata Urmiyê hatibû veguhatin.