Li girtîgeha Sine girtiyekî Kurd hat îdamkirin

21:15 - 20 Kanûna pêşîn 2023

Sibeha roja Çarşemî 29’ê Sermawezê, girtiyê bi navê “Ferzad Golmihemedî” kurê Cewad xelkê gundê “Palangan” a bajarê Kamiyaranê, li girtîgeha navendî ya Sine hat îdamkirin. 
 
Ev girtiyê temen 32 salî, roja Duşemî 27’ê Sermawezê, careke din ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeya takekesî ya girtîgeha Sine hatibû veguhastin. 
 
Ferzad Golmihemedî roja Şemî 18’ Sermawezê, ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeya takekesî hatibû veguhastin û piştî du rojan, bo beşa giştî ya girtîgeha Sine hatibû veguhastin. 
 
Ev girtiyê hanê beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û ji aliyê serdozgeriyê ve cezayê îmdamkirinê lê hatibû birîn. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.