Kirmaşan; Hêzên ewlehiyê avêtin ser mala Kyûmeris Emîrî û lêgerîn kirin

03:40 - 19 Kanûna pêşîn 2023

Sibeha roja Duşemî 27’ê Sermawezê, hêzên ewlehiyê bi ser mala kesayetî û helbestvan û nivîskarê Kirmaşanê “Kyûmeris Emîrî” de girtin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgey dadgehê avêtine ser mala wî helbestvanî û piştî lêgerîna mala wî, dest danîne ser hinek kelûpelên wî yên şexsî û birine. 
 
Kyûmeris Emîrî Kelecûy bi nasnav Lek Emîrî, berî niha bi sedema amadebûna wî di merasîmên Newrozê de hatibû lêpirsînkirin û betalkirina bernameyên xwendina helbestê ya vî helbestvanî yek ji kiryarên saziya ewlehiyê bo givaşa li ser wî bûye. 
 
Heta niha çar pirtûkên vî nivîskarî bi sernavên “Mersiyê berayê tû” (Mersiye ji bo te), “Gûsitanê yexzedê” (Goristana cemidî), “Dîwanê şê`ir xerîwê” (Dîwana helbestan a Xerîwe)bi zimanê Lekî û “Efsaneyên Lekî” hatine çapkirin.