Li ser sînorê Merîwanê kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin

03:39 - 19 Kanûna pêşîn 2023

Roja duşemî 27’ê Sermawezê, kolberê bi navê Elî Qadrî temen 52 salî û xelkê Merîwanê, bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat kuştin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, bêyî hişyariyeke berê, hêzên leşkerî yên hikûmetê dema ku Kolber li sînorê herêma “Asinava û Merane” vedigeriyan, ji mevdayek nêz ve rasterast gule berdane vî kolberî. 
 
Vê çavkaniya agehdar got jî: Ev kolber sê gulle li sîngê wî ketine û canê xwe ji dest daye. 
 
Ev kolber xelkê gundê “Zinûrî” yê navçeya Merîwanê ye, zewicî ye û 4 zarokên wî hene.