Mehabad; Çalakvanê wêjeyî yê Kurd Eşkan Fehîm bi girtîgehê û dûrixistinê hat cezakirin

03:38 - 19 Kanûna pêşîn 2023

Eşkan Fehîm, çalakvanê wêjey û kulturî yê Kurd yê xelkê Mehabadê, ji aliyê taya yekem ê dadgeha Şoreş a vî bajarî bi serokatiya dadwer Dostî, cezayê heps û dûrxistinê jêra hat birîn. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, dadgehê ev çalakvanê wêjey bi “komkirin û komploya li dijî ewlehiya welat û propaganda li dijî hikûmetê” tohmetbar kiriye û li ser wê biryarê 45 meh heps û 2 sal dûrxistin bo bajarê Erakê hat cezakiriye. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Fehîm derbasiya nexweşiya dil heye û heya niha jî tûşî vê nexweşiyê ye û dadwer “Dostî” ji bo berdana wî ya demkî bi danîna barimteyê û çavdêriya rewşa tendirustiya wî red kiriye. 
 
Roja Çarşemî 26ê Rezberê, Eşkan Fehîm ji yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê bo girtîgeha vî bajarî û piştre jî bo girtîgeha Mehabadê hatiye veguhastin. 
 
Riza Endîşe, çalakvanê medenî û Eşkan Fehîm, çalakvanê wêjeyî û çandî, sibeha roja Înê demjimêr 4:00 sibeha roja 24ê Xermanana 1402an, dema ku zêdetir ji 60 hêzên çekdar ên Rêxistina Îtlaata Spaha Pasdaran bi ser mala şexsî ya Eşkan Fehîm de girtin, ev binçavkirine. Bi dorpêçkirina kolana ku Eşkan tê de dimîne û şikandina derî û camên mala wî, hêzên Pasdaran bi tundî li wan du xortan xistinbûn û bi paşiya çekê li wan du xortan xistin û her ji ber lêxistinê jî her xort birîndar bibûn.. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar a Kurdpayê, hêzên Spaha Pasdaran ew qas ji wan xistibûn her di wê demê de Eşkan Fehîm di bin betaniyekê de bo yek ji navendên ewlehiya Spaha Pasdaran li Urmiyê  veguhastibûn. 
 
Riza Endîşe, çalakvanê medenî, roja Duşemî 24’ê Rezbera 1402’an, piştî mehek binçavkirinê, bo girtîgeha Mehabadê veguhastibûn û piştre bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatiye azadkirin.