Merîwan; Berdewamiya binçavkirin û nexuyabûna çarenivîsa girtiyê siyasî yê berê Adil Pîrûzî

09:00 - 18 Kanûna pêşîn 2023

evî ku nêzîkî mehekê bi ser binçavkirina Adil Pîrozî girtiyê siyasî yê berê yê xelkê gundê “Serdoş”a Merîwanê re derbas bûye, lê heya niha ti agahî li derheq çarenivîsa wî de nînin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han ji heyama 28 rojên borî de, ji mafê hebûna parêzer, telefon û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar maye. 
 
Vê çavkaniya agehdar zêde kir: Hewldanên malbata Pîrûzî ji bo zanîna çarenivîsa kurê xwe bê encam bûye. 
 
Roja Duşemî 29ê Xezelwerê, Adil Pîrûzî piştî ku bo Îdareya Îtilaata Merîwanê hatibû gazîkirin, şonda hatibû binçavkirin. 
 
Heta niha li derheq sebeba gazîkirin û binçavkirina Pîrûzî de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin. 
 
Roja Çarşemî 6ê Xakelêweya sala 1399an, ev girtiyê siyasî yê berê bi sebeba belavbûna kirîza Koronayê ji girtîgeha Merîwanê hatibû azadkirin. 
 
Adil Pîrûzî di Xezelwera 1397’an de bi tohmeta “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re” hatibû binçavkirin û piştî du mehan ji binçavkirinê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû berdan. 
 
Ev ciwanê Kurd bi heman tohmetê ji aliyê dezgeha dadwerî ya hikûmeta Îranê ve bi 2 sal heps hatibû cezakirin û ji bo cîbicîkirina wê cezayê, li demsala Zivistana sala 1398`an bo girtîgeha Merîwanê hatibû veguhastin.